Sereke

Alîyê Adirbêcanê înformasîyayên fe’ş belav dikin

Alîyê Adirbêcanê dîsa înformasîyayên fe’ş belv dikin, ku giva hêzên ermenîyaye sîlih’kirî gundên Adirbêcanê didine ber t’opa.”Seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî dîsa civaka navnet’ewî û cime’ta xwe diavêje nava şaşîyê.Em e’lam dikin,wekî ji alîyê meda berbi Adirbêcanê ji t’u sîlih’ekî agir nekirine.Bi wê yekêva t’evayî, li ber ç’e’vaye,wekî Bek’ûya fermî bi belavkirina înformasîyayên fe’ş, dixweze me’nîyê bona destpêkirina opêrasîyonên leşkerî çêke, bi h’esabhilnedana bangên civaka navnet’ewî, bi t’aybetî h’emsedirên k’oma Mînskêye bona sekinandina agir”,- berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Þûþan Stêp’anyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button