Sereke

Ji r’oja e’wlin destpêkirî Adirbêcan binelîyên e’dil dixe: p’arêzerê mafên mêriv

Meremê xebata p’arêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv ji r’oja e’wlinda ew bûye, ku fikirdarîya e’lametîyên Adirbêcanêye leşkerî û êrîşên wan zelalke, çimkî ew yek girêdayî bû mafên mêriv, mafê jîyanê û t’endurustîyêva. Derheqa wê yekêda p’arêzerê mafên mêriv Arman T’at’oyan gotîye. “Gelekî girînge, ku fikirdarîya nemamîye nava van êrîşada bidine k’ifşê, çimkî meremê paqijkirinên êt’nîkî û êrîşa bi mêt’odên têr’orîstî li ber ç’e’vaye”,-T’at’oyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê sîlih’ên usa dane xebatê, yên ku anegorî mafên hûmanîtarîye navnet’ewî qedexekirîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button