Sereke

Nîkol P’aşînyan çûye Arsaxê /vîdêyo/

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan duh çûye K’omara Arsaxê. Hatîye r’agîhandinê,wekî serekwezîr t’evî serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan û t’eşkîla ofîsêraye derecebilind şêwirdarî derbaz kirîye. “Wezîrê Arsaxêyî p’arastinê, fermandarê eskerê Arsaxê, gênêral-mayor Celal Harût’yûnyan derheqa h’alê li ser xeta pêşin, usa jî pirsên girêdayî opêrasîyonar’a, r’aber kirîye”,- nava e’lmetîyêda hatîye gotinê. Em bêjin,piştî destpêbûna opêrasîyonên leşkerî,eva seredana serewezîre e’wline li Arsaxê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî şeşê cotmehê seh’eta O9:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 223 leşker û 18 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 3154 kuştî û 5000 birîndar hene.Anegorî h’esaben dawî qewatên Adirbêcanêye sîlih’kirî 17 teyare, 16 h’elîk’op’êr, 126 diron, sê TOS-1, “Solnsêpêk, çar “Smêrç” sîstêmên artîlerîyayê, 379 tank unda kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button