Sereke

Serekwezîrê R’ûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn wê bê Yêrêvanê

Serekwezîrê R’ûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn wê h’eyştê cotmehê bê Yêrêvanê, bo ku t’evî civîna Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe. Li Gorîsê, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wezîrê Ermenîstanêyî saxlmîxweykirinê Arsên T’orosyan caba wê pirsa r’ojne’mvanê bîyanî daye, yê ku derheqa hatina teyara r’ûsîye ÎL 96-da pirsîye.Em bîr bînin, wekî ew teyare nevsên R’ûsîyayêye derecebilind cîguhastî dike.Duh be’s belav bûn, wekî ew teyarê hatîye Yêrêvanê û serkwezîrê R’ûsîyayê hatîye. Bi gilîkî,T’orosyan bi wê yekê be’sên belavbûyî înk’ar kirin. “Serekwezîrê R’ûsîyayê wê h’eyştê cotmehê nava doranên komîsîya ort’eh’ukumatîyêda, ya Yektîya Avrasîyayêy êkonomîkîda bê Yêrêvanê. Nehê cotmehê r’asthatinên fermî ter’a hatine dîtinê.Piştî wê yekê hûn dikarin bi hûrgilî ji ofîsa serekwezîrê Ermenîstanê pê bih’esin”,-T’orosyan gotîye.Hê pêşda k’omekdara sedirê kolêgîya Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî Îya Malkînayê e’lam kiribû, wekî nehê cotmehê li Ermenîstanê civîna şêwira Avrasîyayêye êkonomîkî wê derbazbe, nenihêr’î wê yekê, wekî h’alê li zona de’w û doza Qerebag’ê sert bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button