Sereke

Avahîyê baxçê zaroka jî dane ber rokêta: fotoyên nû ji Stêpanakêrtê

Ştaba Arsaxê, ya înformasyon, wêneyên nû belav kirine, kîjana da encamên topbarandinên ser Stêpanakêrtê hatine raberkirinê. Wêneya da dîyar e,  ku arsaxî hêvîyên xwe unda nekirine û nenihêrî wan teqîna, hazir in heya dawîyê şer bikin. Çawa ku dengê teqîna unda dibe, arsaxî destbi îş dikin û encamên teqîna didine rastkirinê. Adrbêcanê usa jî avahîyê baxçê zaroka daye ber rokêta. Xênji wê yekê, avahîyên jîyînê jî zîyanê ketine.



Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 244 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3454 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 126 diron, sê TOS-1, “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 379 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.

29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button