Sereke

Behsên derheqa lêxistina lûla neftêye Beku-Tibîlîsî-Cêyhanê derewin:Stêpanyan

Berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêpanyanê daye dîyarkirinê, wekî ew elametîya alîyê azêrîya, ku giva pareskerên ermenî cêribandine derbê bighînine lûla neftêye Beku-Tibîlîsî- Cêyhanê, derewa here nemamî ye.
” Me gelek cara elam kirîye, ku em sîstêmên neftê û gazê nakine hedef. Feqet, heger ew îdarên leşkerî, ji kîderê berbi Arsaxê agirkin, wê bêne tunekirinê”,-Stêpanyanê fêysbûkêda nivîsîye.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 284 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3754 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 18 helîkoptêr, 128 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 416 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button