Sereke

Pûtîn bang dike ku li Qerebagê lez agir bidine sekinandinê

Serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bang dike ku çiqasî zû dikarin agir li Qerebagê bidine sekinandinê.
“Bûyarên li Qerebagê tragêdîyane, em gelek xemgînin, çimkî him Adirbêcan, him Ermenîstan, him jî Qerebag ew topraxin, li kîderê merivên bona me ne bîyanî dijîn”,-wextê qisa t’evî kanala têlêvîzîyonêye “Rosîya 24”-ê, Vladîmîr Pûtîn gotîye.Pûtîn îzbat kirîye wekî Rûsîya hazire borcdarîyên xweye tifaqdarîyêye hindava Ermenîstanêda biqedîne. Serokê Rûsîyayê serda zede kirî ye, wekî pirsên seroketîya Ermenîstanê, girêdayî borcdarîyên tifaqdarîyêra, tevî Rûsîyayê tunene. Ewî gotîye wekî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan her dem tevî wî nava pêwendîyadane.
“Meriv wefat dibin, zyana herdu alîya jî heye.Em hêvîdarin wekî zûtirekê de’w û doz wê bê sekinandinê”,-ewî gotîye.
Ew hemû merkezên leşkerî û hefeda, ji kîderê wê berbi Arsaxê agir bikin, wê bêne tunekirinê:Arsrûn Hovhannîsyan
Bi gilîkî, wextê lêxistina Stêpanakêrtê û Şûşîyê, têksta hazir êdî danî ye ku giva em merkezên stratêcî dikine hedef. Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan nivîsîye. Lê rokêta “Smêrçê” ya nava asfaltêda cîhkirî, ya nêzîkî lûla neftê, tune, diqewime ew parçe baş nehatîye stendinê”,-Hovhannîsyan nivîsîye.Nivîsareke mayîn da, Hovhannîsyan daye dîyarkirinê: “Elametîya alîyê Adirbêcanê ku giva pareskerên ermenî cêribandine lûla neftêye Beku-Tibîlîsî-Cêyhanê xin, derewa here nemamî ye. Me gelek cara elam kirîye ku em sîstêmên neftê û gazê nakine hedef, lê ew cîh, ji kîderê berbi Arsaxê bê agirkirinê, wê bêne tunekirinê”.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 284 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3754 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 18 helîkoptêr, 128 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 416 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button