Sereke

Stêpanakêrt: Êrdogan û Elîêv gerekê li ber mehkema navnetewî bisekinin

Êrdogan û Elîêv gerekê li ber mehkema navnetewî bisekiin. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî rojnemevana, şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan derheqa wê yekêda gotîye. Bi gotina wî, Adirbêcan gund û bajarên sîvîl dide ber topa. “Ew yek taktîka ye û stratêcîya ye, ew yek fikirdarîya wan e, pisîxolocîya wan e ku binelîyên edil, mekteba û baxçên zaroka êrîşkin. Wê nebe. Çiqasî ew dicêribînin bitirsînin, ewê awqasî bersiva hişk bistînin.Ew çi ku Elîêv û Êrdogan dikin, xirabkarên rojên me, zyana mezin didine şuxulkarîya hevraxeberdana.Bona xirabkarîy ên wî cûreyî ew gerekê bêne cezakirinê.Baştir e ku ew li ber mehkema navnetewî bisekinin. Heger welatê endamê NATO-ê tevî têrorîsta hevkarîyê dike, bêyî hevalkarên xwe, têrorîstara pev dikeve, şerê agrêsîv destpê dike, temamîya diynîyayê dike bin gefxwerina, wî çaxî rê bona şerê cîhanêyî sisîya çê dibe.Ez hîvîdarim, wekî ewê cezayê bistînin, ya here kêm li ber dîwana Xwedê”,-Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button