Sereke

Kesekî Hadrût hildaye?: Wargonzo

Ew elametîya serokê Adirbêcanê Îlham E’lîêv ku giva eskerên welatê wî bajarê Arsaxêyî Hadrût dagir kirîye, ya nerast e.”Em niha li Hadrûtêne, lê nizanim bo çi tenê ermenîya dibînim”,- malpera xweye fêysbûkêda wekîlê wezîreta parastinê Arsrûn Hovhannîsyan nivîsîye.Piştî elametîya Elîyev, bi kanala têlêvîzîyona rûsîye WarGonzo-ê, rojnemevanên rûs wêne belav kirine û dane kifşê, wekî hinekî pêşda ew ji Hadrûtê vegerîyane û ew bin kontrola eskerê Arsaxêda ye. Berdewkê serokê Arsaxê Vahram Pogosyan jî sirîya xweda ew behs înkar kirîye.”Ew yek ji rastîê dûr e, çiqasî eskere azerîyayî tirsîyayî ji Hadrûte dûre, bi deha kîlometra”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button