Sereke

Cîhan gerekê mafê xweqirarbûna Arsaxê naske: Nîkol Paşînyan

Van roja ermenîyên temamîya dinîyayê hêza yekbûnê didine kifşê. Vê hejê gerekê nava wekîlên miletên mayînda raberkin, yên ku dijî zordarîyê, ruşetxwerinê û têrorîzmêne û berbi heqîtîyê, azadîyê, usa jî serkevtina hizkirinê dicedînin, Nîkol Paşînyanê serekwezîrê rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Arsax gerekê bibe sembola heqîtîya hemcîhanî.Cîhan gerekê mafê xweqirarbûna Arsaxê naske.Heger hukumat û parlamênt wê yekê nakin, wî çaxî wê yekê cimet, şexs û teşkîlet dikarin bikin.Ev gerekê bibe heja hemcîhanî, ya ku wê şexs, cimet, teşkîleta li cem hev berevke”,-Paşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button