Sereke

Heger ew şerê wededirêj dixwezin, emê xwe paş nexin: serokê Arsaxê

Îro şebeqê hal li ser xeta pêşin diha edil bûye, gund nayêne topbarankirinê, li ser xeta pêşin şerê gulebaraninê dibe.Feqet hal dikare nava deqada bê guhartinê. Derheqa wê ykêda serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan wextê prêss-konfêransê gotîye.Cîhanêda arsaxî ji hemûîya aşîtîyê û edilayê dixwezin, lê ew usa jî nikarin peymana borcdarkirî ji alîyê welatekîda qebûlkin, armanca kîjanî ewe, ku dîrok û cimeta Arsaxê bidine tunekirinê. “Ezê şerê wetenîyê elamkim û bangî hemû ermenîya bikim, ku kî dikare yan bi matêrîyalî, yan jî bi fîzîkî tevî vê yekêbe,heger alîyê Adirbêcanê şerê wededirêj bixweze, emê xwe paş nexin”,-serokê Arsaxê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button