Sereke

Li Hadrûtê azêrîya du binelî kuştine, jinek û kurê wêyî seqet

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan gotîye,wekî îro şebeqê koma azêrîyaye dîvêrsyîon ketîye Hadrûtê û li malekê du binelîyên edil, jinek û kurê wêyî seqet kuştine. “Em niha xebatê dikin bona ku wê bûyarê bidine zelalkirinê û emê sibê bi melûmetîyên bi hûrgilîva pêşda bên”,-ewî nivîsîye.Bêglaryan xirabkarîyên hêzên azêrîyaye barbarî gunehkar kirîye û berbirî civaka navnetewî bûye, ku vê bûyarê layîqî qîmetê anegor bikin û xirabkara cezakin.Em bêjin, wekî duh, hetanî rêjîma agirbestêye hûmanîtar, komeke dîvêrsîyon dizîva cêribandibû bikeve bajarê Hadrûtê, lê ew yek hatibû teribandinê.Paşê, diha dereng, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan got, wekî ew koma ku dicêribandibû dizîva bikeve Hadrûtê, hatîye tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button