Sereke

Rêzolûsîya «Ax dewsa aşîtîyê» ne ya qebûlkirinê ye:Paşînyan

Rêzolûsîya «Ax dewsa aşîtîyê» bona ermenîya ne ya qebûlkirinê ye. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê berbirîbûna xwe ya îroyîn da wisa gotîye. Ewî pêşda bîr anîye, wekî piştî dasîlihbûna du sal nîvî, bûyarên tîrmeha  sala 2020-î qewimîn, yên li qeza Ermenîstanêye Tavûşê, wextê ku Adrbêcanê êrîş kir. “Şerên tîrmehê bona geleka tiştên nebînayî dane kifşê, wekî Adrbêcan nikare bi rêya leşkerî pirsa Qerebagê hel bike”,-Paþînyan gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê bîr anîye ku piştî wan bûyara telîmên tirka-azêrîya destpê bûn, yên ku 27-ê îlonê, bi êrîşa tirka-azêrîyaye li ser sînorên Ermenîstanê û Arsaxêye berfirêh destpê kirin. Tirkîayê destbi anîna çekdarên kirêkirîye ji Sûrîayê kir. Bi gotina Paşînyan, bona zeftkirina hale niha mecalên stratêcîye pêwîst lazimin.

«Feqet, cêrge welatên ku mecalên wan yên zeftkirinê hene, ew qezîya qîmet nekirin û pirsa pêşdahatî nava doranên pirsgirêka Qerebagêda lênihêrîn û hesab kirin ku rêzolyûsîya ax dewsa aşîtîyê dikare hal xilas bike»,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button