Sereke

Obyêktên nava axa Adbrbêcanêda êdî dikarin bi lêgîtmî ji alîyê Ermenîstanda bibine hedef

Duh nava axa Ermenîstanêda Adrbêcanê sîstêma rokêta, ya ku nava nobedarîyêda bû, kiriye hedef. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hohannîsyan wextê brîfîngê gotiye. «Nava rojêda, dema ku Adrbêcanê derheqa cîhda digot, pêşda derheqa axa Ermenîstanda dida dîyarkirinê, paşê digot Karvaçar, paşê jî sînorê tevî Ermenîstanê. Tê bêjî li cem wan piroblêma gêografî heye. Sîstêma rokêtaye nava nobedariyêda kirine hedef û ew yek dide lêgîtîmîzasyakirinê ku ji alîyê Ermenîstanêda gavên anegor bên avîtinê û tiştên wî cûreyî bikine hedef»,- ewî gotiye.

Hovhannîsyan usa jî derheqa xistina hospîtala Martakertêda gotiye û elam kiriye ku ew yek gerekê li dinîyayê besiveke mezin bistîne.

«Gerekê bibînin ku çawa îdarên doxtirîyê dikine hedef, nenihêrî wê yekê ku bona me ew yek tiştê ecêbmayînê nîne. Me çend cara ji alîyê wanda kirinên wî cûreyî dîtine. Eger ew dêrê dikine hedef, hospîtalê jî wê bikin»,- Hovhannîsyan gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button