Sereke

Derewa Adirbêcanê hate eşkerekirinê /vîdêyo/

Nava îşê belavkirina înformasîyayên derewda û şaşkirina civaka navnetewî, Adirbêcana cînar îşev ji xeysetê xwe çendbare pêş ket, elam kir, ku giva ji alîyê Ermenîstanê derb gîhandine bajarê azêrîyayî duda-Geceyê. “Zînûj Mêdîya”-ê vîdêyoke hewaskar hazir kirîye, eşkere kirîye û xal bi xal înformasîya Adirbêcanêye derew hincirandîye. “Bekûya fermî bona her tiştî dikare bi bahê xwîna welatîyên xwe bike, bona ku propaganda anegorî xwestina xwe bide çareserkirinê”,- rojnemevanê leşkerî dibêje û xal bi xal înformasîya azêrîyaye derewe bi sirê dide eşkerekirinê.
Hemû tişt nîvê şevê li Genceyê ji teqîna mezin destpê bû. Hema piştî teqînê carekêra hevaltîya azêrîyaye têlêvîzîyonê cîda îdî hazir bû û zindî xebatên xilazkirinê diweşandin. Vîdêyoyêda tê kifşê, ku çend deh xebatkarên qulixdarîya xilazkirinê dixebitin, tevî kîjana merivên sîvîl hene. Rojnemevan dibêje, ku heger em hesabkin, wekî bi rokêtê derb gîhandine, lê ji fikirdarîyê dere, ku piştî derbgîhandinê, hema carekêra awqas meriv li wî cîyî berev bûne.Heger derb bihata gîhandinê jî, gerekê çend hebên mayîn jî bihatana gîhandinê.Xêncî wê yekê alîkarê serokê Adirbêcanê, Hîkmêt Hecîyêv dîsa wî cûreyî giva pêra gîhandîye nivîsara xwe belavke, ku ew derb ji alîyê Ermenîstanêda, bi rokêta tîpa “Skad” hatîye gîhandinê.Rojnemevan usa jî zendegirtî maye,wekî bona wê gotinê şedetî tune û ew yek tiştê nebûyînêye, ku çend deqîqe piştî teqînê wana carekêra tîpa rokêtê jî qirar kirîye, çimkî bona wê yekê wede lazime û nava wededa gerekê lêkolînkirin bê mîyaserkirinê.
“Şedetîyên” Adirbêcanêye mayîne xêfik vîdêyok bû, li kîderê bi texmîn hêzên ermenî bi “Grad”-ê rokêta berdidin.Adirbêcan nava deqada pêra dighîne dijî xwe der bikeve, çimkî vîdêyoyêda pêşda belav kiribûn, ku li Genceyê tenê teqînek qewimî bû.Rojnemevan dide kifşê, wekî ji komplêksa “Grad”-ê carekêra çend deh rokêt derdikevin, û çawa diqewime tenê teqînek qewimîye.Xêncî wê yekê bona bombebarandina Gencayêye bi komplêksa “Grad”-ê lazime, ku ew komplêks ya here zef 2O kîlomêtrî dûrî wî bajarîbe. Bi wê gotinê jî usa derdikeve, wekî usaye leşkerên ermenî îdî li rex Genceyêne.
Xêfiktîya mayîn jî ew bû, ku wêne dane kifşê, kîjanîda giva zarokek ji bin avayê Gencayêyî hedimî derdixin.
Li vir jî wanra li hev nehatîye, çimkî ew wêne yê sala 2O16-ye li Sûrîyayê hatîye kişandinê.
Piştî awqas înkarkirina, wezîreta Ermenîstanêye parastinê bi fermî elam dike,wekî ji Ermenîstanê tu rokêt, yan jî topek, yanê jî gulek berbi Adirbêcanê nehatîye agirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button