Sereke

12 cara zêdene, lê nikarin parastinê biqelêşin: Arsrûn Hovhannîsyan

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhahannîsyan wextê weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye civakî, halê li deşta şêr raber kirîye.
Bi himberîhevkirina herdu eskerên alîya, Hovhannîsyan gotîye, wekî li hinek cîyên êrîşê komên azêrîya 12 cara yên ji alîyê ermenîya zêdetirin.
“12 cara ew zêde bûne, hûn wê yekê fem dikin ku ew çîye? Nava dîroka leşkerîda bawar bikî tiştê usa tunebûye, yanê jî gelekî hindik bûye.Nava hevt rojên ewlinda ew nikaribûne tu alîkîva pêşda herin, lê rojên mayîn jî, rojê kîlomêtrek yan du kîlomêtra pêşda hatine”,-Hovhannîsyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî eskerê dijmin ne tenê bi hejmara xwe, lê bi têknîka leşkerîva jî ji ya ermenîya zêdetire. “Li Arsaxê têknîka usa tê xebitandinê, ya ku ji alîyê welatên mezinda tê xebitandinê. Eskerê dijmin têknolocîyên bilind dide xebatê û me ew yek veneşartîye, lê bi wê yekêva jî ew nikare pêşda here”,-wekîlê wezîretê gotîye.Bi gotina Hovhannîsyan şerê li Qerebagê bi gurbûna xwe mînanî şerê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dijî Îraqêye.
“Û tevî vî hemû tiştî, ew li başûr, nava şerên awqasî giranda nikarin pêşda bên. Milê çepê bi Erezva parastîye, ew jî gerekê bona kara wanbûya, lê na, hema çawa tên alîyê rastê, pozê wan dişkê”,-wekîlê wezîretê gotîye.Derheqa êrîşên azêrîyaye hewêda Arsrûn Hovhannîsyan gotîye:
“Usa jî qewimîye, ku ji hezarî zêdeti aparatên bêpîlot, rokêt alîyê meda şandine. Mecalên parastina hewê carekêra dikarin du dironaxin.Bo wê yekê jî wextê ku dibêjin ku lawikên me, eskerê me mêrxasîyê dikin, ew yek xeberên vala nînin. Kî ku îşê leşkerî fem dike, wê yekê baş zane”,- Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button