Sereke

Ji deha zêdetir “Bayraktar” hatine lêxistinê

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê elam kirîye,wekî rojên şêr hêzên ermenîya ji deha zêdetir “Bayraktar” şewitandine.
“Nava wanda usa jî dironên “Bayraktar”-e meha îlonê çêkirî hebûne”,-Hovhannîsyan gotîye.
Berdewka wezîreta parastinê Şûşan Stêpanyanê wêneyê dirona tirkîye “Byraktar”-ê fêysbûkêda raber kirîye.
Arsrûn Hovhannîsyan wextê prêss-konfêransê bersiva wê pirsê daye bi kîjanê pirs hatibû dayînê, wekî gelo raste ku komeke ji 17O leşkerî li başûrê Arsaxê hatîye xilazkirinê.
“Carina bûyarên usa dibin, wextê ku eskerê me pêşda diçe û leşkerên li ser tabîyên pêşin mayî, ji dorgirtinê xilaz dibin, lê bi hejmara wî cûreyî tiştê bûyînê nîne.Hejmarên konkrêt ez nikarim bêjim, lê awqas zef nabe”,-Hovhannîsyan gotîye.
Ew usa jî berbirî civakê bûye ku guhdarîya xwe tenê bidine ser înformasîyayên fermî.
“Gelek cara ez dibhêm, ku giva em tişta vedişêrin, nabjin.Dewsa wê yekê hûn dikarin hêzên sîlihkirîva bên girêdanê û bi çevên xwe bibînin ku ez tu tiştî venaşêrim”,-Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button