Sereke

Li başûr şerên gur berdewam dibin

Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakîda şirove kir ku bona çi şerên here gur li alîyê başûr diqewimin.
“Li bakûr sê roja ser hev azêrî hazir dibûn ku êrîşa mezin destpêkin. Bi 7OO-8OO çekdara, hûn tînin ber çevê xwe, ku ew hejmareke çawa ye, cêribandin êrîşê bibin li ser tabîya bi navê “Vahê”, lê paşda hatine avîtinê, li kîderê 2OO cinyaz hiştin. Li bakûr xwestina me gelekî baş hatîye çêkirinê.Çîyayên dor-bera bona me gelekî fesalin.Piştî têkçûnê, wana qirar kir hêzên xwe li alîyê başûr berevkin, li kîderê dor-ber mînanî deştêne”,- Hovhannîsyan gotîye.Xêncî wê yekê, li başûr, li milê çepê, çemê Erez dikişe, yê ku tê bêjî bona eskerê azêrîya kardare. Feqet ji alîkî mayînva, ew îro hatine dorgirtinê.
“Niha li başûr em derbazî êrîşê bûne û em pêşda çûne.Çend fermandara minra têlêfon kirine û gotine. Ez nikarim niha bêjim, ku bi çiqas cî me dijmin paşda daye, lê niha li başûr şerên întênsîv dibin”,-wekîlê wezîretê gotîye.Ewî usa jî derheqa berevnekirina ciyazaye ji alîyê Adirbêcanêda gotîye:
“Menî yeke, ew naxwezin ku li welatê wan bizanibin ku çiqas kuştîyên wan hene.Xêncî cinyaza usa jî birîndar hene, yên ku li wir dimînin û paşê dimirin”,-Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button