Sereke

Nava rojeva hevdîtina Nîkol Paşînyan û Îlham Elîêv pirsek hatîye danînê: Şavarş Koçaryan

Nava rojeva hevdîtina Nîkol Paşînyan û Îlham Elîêv pirsek hatîye danînê.Wezîreta Ermenîstanêye karên der hevpeyvîna cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Şavarş Koçaryan belav kirîye, wextê kîjanê Koçaryan fikira wî cûreyî elam kirîye û derheqa hevdîtina li Moskvayêye têradîtî daye dîyarkirinê.
“Bi hûrgilî derheqa hevdîtinêda haj pê tuneme, ez didime kifşê, wekî nava rojevêda pirsa ewil hatîye danînê, ku agirbest îzbatbe.Ev pirsa rojevê tê xweykirinê”,-Koçaryan gotîye.
Bi xeberdana derheqa halê li Arsaxê, girêdayî cedandinên hemsedirên koma Mînskêra, Koçaryan gotîye,wekî nava hemsedirada hetanî niha Rûsîya û Fransîya aktîvin, lê aktîvbûna alîyê ermenîya jî girînge.
Wezîr dibêje,wekî gerekê fem bikin, ku gerekê ne tenê agirbestê elamkin, lê agirbest gerekê bê xweykirinê jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button