Sereke

Qewatên parastina Arsaxêye hewê li alîyê başûr teyara dijmin xistine

Qewatên parastina Arsaxêye hewê li alîyê başûr seheta O8:3O-î deqeyî teyara dijmin xistine.Ew elametî berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê malpera xweye fêysbûkêda belav kirîye.
“Hal sincirî ye”,- Stêpanyanê nivîsîye.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên 2O-ê cotmehê, seheta 14:30-î deqeyî, rûyê agirkirinên dijmin da 772 leşker û 37 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 6309 kuştî hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 23 teyare, 16 helîkoptêr, 200 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 576 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button