Sereke
Wezîrê Adirbêcanêyî karên der jî çûye Moskvayê
Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêhûn Bayramov çûye Moskvayê. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê elam kirîye.
“Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov bi seredana xebatêva çûye Moskvayê, bona derbazkirina şêwirdarîya tevî alîyê rûsa”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bêjin, wekî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan jî bi seredana xebatêva şev çûye Mokvayê.