Sereke

Bona me pirsa statûsa Qerebagê ya grîng e: serekwezîrê Ermenîstanê

Wextê ku opêrasîyonên leşkerî dibin, ew axavtin cîda nînine ku gerekê pirsên berdaxustina gotûbêjkin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê hevpeyvîna tevî “Întêrfaks”-ê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo bona kîjan berdaxustina hazirin, gilî dikare derheqa teslîmkirina hevt nehîyên Adirbêcanêdabe, yan jî deranîna hêzên ermenîye ji zona Qerebagêye bêqezîyabûnê.
Hêzên xweparastina Qerebagê, hema niha şer dikin û hema niha komên têrorîstaye ku ji Tirkîyayê anîne Adirbêcanê, êrîşî ser hêzên xweparastina Qerebagê dikin.Hûn halê wan meriva fem dikin, yên ku ne ku dijî Adirbêcanê, lê dijî têrorîsta şer dikin? Û nava vî halîda hûn dikarin bersiva wan pê bihesin, dema ku ez niha bêjim ku em bona berdaxustina hazirin, ew jî tevî têrorîsta? Min got, wekî em tevî Adirbêcanê bona berdaxustina hazirin”,- serekwezîr gotîye.
“Nîkol Paşînyan gotîye,wekî bona alîyê ermenîya pirsa statûsa Qerebagê girîng e. “Lê ev şuxulkarî ji hemtêksta dew û doza Qerebagê derketîye. Îşê ewlin ku em gerekê bikin, paşdaanîna hevraxeberdanên derheqa têma Qerebagêdane.Hazirîya têrorîsta wê encamên xwe ne tenê bona herêmê, lê bona welatên nêzîkî herêmê jî pêşd bîne.Mixabin, nenihêrî wê yekê,wekî welatên herêmê hazirîya komên têrorîstaye li zona dew û doza Qerebagê bi fermî qebûl kirine,wana hê gavên konkrte dijî têrorîsta pêşda nekişandine.Eve pirsa hîmlî, dijwarîya hîmlî, ku îzinê nade me ku em bêne berbi helkirina dîplomtî.Pêşda gerekê pirsa têrorîsta helkin, çimkî heger ew bighîjine açixîya, ewê berbi başûr û bakûr herin.Çimkî ew xebata wane profêsîyona le, ku têrorê bikin, tevlîhev bikin û bona wan firqî tune ku li kîdlerê wê yekê bikin”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button