Sereke

Arsrûn Hovhannîsyan bi xerîtê halê li pêşenîyê raber kirîye /vîdêyo/

Li merkeza ermenîye yekbûyî, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan bi xerîtê halê li zona şêr raber kirîye.
“Xerîte her deqe dikare bê guhartinê”,- Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.
Ji şebeqê destpêkrî, opêrasîyonên leşekerî dîsa destpê bûne. Li alîyê bakûr şerên gur qewimîne, hetanî nîvê rojê.Piştra topbarankirina gur destpê bûye”,-Hovhannîsyan gotîye.
Bi gotina wî, ji Martûnîyê berbi başûr û ji Hadrûtê berbi bakûr, li cîhên nêzîkî mêşa û gunda komeke dîvêrsîyon hatîye tunekirinê, lê li wan beşa şerên dijî komên dîvêrsîyon berdewam dibin.
“Li alîyê başûr jî şerên gur qewimîne. Dijmin çend cara cêribandîye opêrasîyonên êrîşkirinê mîyaserke û çend cara têknîka leşkerî daye xebatê.Cêribandinên wan hatine paşdaavîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button