Sereke

Dirona li Ermenîstanê çêkirî tê xebitandinê /vîdêyo/

Dironên ku li Ermenîstanê tên çêkirinê, nava xebata xweda encamên baş didin.Berdewka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê fêysbûkêda vîdêyo belav kirîye, kîjanêda xebata dirona ermenîye derbgîhandinê tê nîşandayînê.
Em bîr bînin, wekî hê meha tebaxêda, wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Hakob Arşakyan beşeke vîdêyoya derheqa dirona li Ermenîstanê çêkirî, ya derbgîhandinê, belav kiribû.
Bi armanca bêqezîyabûnê, diron vîdêyoyêda ji gelekî nêzîkva nadine kifşê. Em bîr îbnin, wekî wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan pêşda elam kiribû,wekî 13-ê tîrmehê wê bibe roja senaya dironên ermenî. Cara ewlin wî çaxî dironên ermenî nava qewilên şêrda dabûne xebatê û gihîştibûne encamên baş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button