Sereke

Gotûbêjkirina derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagê wê li Jinêvê berdewam bibe

Hemsedirên koma Mînskê Îgor Popov /Rûsîya/, Stêfan Vînskontî /Fransîya/ û Êndryû Şofêr/ ŞAY/, girêdayî helkirina pirsgirêka Qerebagêra elametîya tevayî belav kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî 24-ê cotmehê hemsedirê li Waşîngtonê rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov hatine. Ew usa jî tevî hevdîtina tevî cîgirê wezîr, yê karên wezîrên ŞAY-ye der Stîvên Bîgûn bûne.Wextê hevdîtina usa jî wekîlê serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk hazir bûye.Hemsedira bangî alîya kirîye, ku lez gava biavêjin ku hemû xalên elametîya dehê cotmehêye li Moskvayê mîyaserkin, anegorî borcdarîyên ku hildane ser xwe.Hatîye gotinê, wekî ew borcdarî 18-ê cotmehê jî hatine îzbatkirinê.Hemsedira usa jî bîr anîye, ku yekê cotmehê elametîya Donald Tramp, Êmanûêl Makron û Vladîmîr Pûtîne tevayî hatibû belavkirinê û piştî wê yekê jî katibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêo bi elametîyêva pêşda hatibû. Pompêo, Jan Îv Lê Dryan û Sêrgêy Larov bangî alîya kiribûn, ku lez opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê û hevraxeberdana destpêkin.
Hemsedira û wezîrên karên der îzbatbûna rêjîma agirbestêye hûmanîtarî gotûbêj kirine û derheqa mêxanîzmên dîtindarîya agirbestêda xeberdane. Hemsedir û wezîrên karên der pevketine, ku 29-ê cotmehê li Jnêvê rastî hevdu bên. Meremê hevdîtinê ewe, ku pevketinê dest bînin û destpêkin nava wedê hevraqayîlkirîda wan hemû gava biavêjin, yên ku bona helkirina pirsgirêka dew û doza Qerebagêye bi rêya edil pêwîstbin.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî helkirina pirsê gerekê anegorî wan prînsîpên hîmlî bê mîyaserkirinê, yên ku ji alîyê serokên Adirbêcanê û Ermenîstanêda hatine qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button