Sereke

Anna Hakobyanê here ku hidûdên welêt biparêze

Kulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Anna Hakobyanê piştî çend roja tevî komeke jina bona parastina sînorên welêt here.
“Sibêdê koma ji 13 jina, nava wanda usa jî ez emê telîmên leşkerî destpêkin. Piştî çend roja emê herin, ku hidûdên welatê xwe biparêzin”,- ewê fêysbûkêda nivîsîye.Kulfeta serekwezîr daye dîarkirinê,wekî ne welat, ne jî qedir hene kîjana em gerekê bidine dijmin.Em bîr bînin, wekî Nîkol Paşînyanê serekwezîr elam kirîye,wekî her mêrek niha gerekê rabe û here komîsarîyata leşkerî. Jinên ku wê yekê boy welatê xwe bikin, ew jî gerekê koma sazkin. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew bi xwe jî hazire here pêşnenîyê, heger bizanibe, ku xwestina cimetê ewe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button