Sereke

Îranê bernama helkirina pirsgirêka Qerebagê hazir kirîye: Zerîf

Wezîrê Îranêyî karên der Mehmed Cewad Zerîf li komîsîya parlamêntêye bêqezîyabûna miletîyê û sîyasîya der tevî gotûbêjkirina pêşkêşî bûyarên dora Qerebagê bûye. Anjansa IRNA-ê ragîhandîye,wekî wextê civînê, Zerîf elam kirîye:
“Komara Îranêye Îslamî bernama helkirina pirsgirêka Qerebagê hazir kirîye ya ku wê îro yan jî sibê bê raberkirinê û emê diha dereng li Moskvayê û li Yêrêvanê guhdarkin”.
“Xemgînî heye, û ew yek hazirîya têrorîstaye li herêmê ye.Girêdayî vê yekêra me zelal gotîye,wekî ew yek bona Komara Îslamî tiştê qebûlkirinê nîne”,- ewî gotîye.
Cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Abas Aragçî wê li Bekûyê, Moskvayê, Yêrêvanê û Enqerê biqeside bi wî meremî ku karê bide înîsîyatîva Îranêye bona helkirina pirsgirêka Qerebagê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button