Sereke

Li Stêpanakêrtê wêranbûnên berfireh, li Şûşîyê merivek hatîye kuştinê: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Îro hêzên azêrîyaye sîlihikirî ji 15-e cara zêdetir, bi zanebûn, bajarên Stêpankêrtê û Şûşîyê kirine hedef û merkeza saxlemîxweykirinêye Dayîkê û zarokê, usa jî hinek avayên sîvîl topbaran kirine. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv ragîhandîye.
“Li Şûşîyê merivekî sîvîl hatîye kuştinê, dudu jî birîndar bûne, lê hesabên zyana merivaye li Stêpankêrtê hê tên rastkirinê. Li Stêpanakêrtê gelk avayî wêran bûne, nava wanda usa jî merkeza saxlemîxweykirinêye Dayîkê û zarokê.Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv daye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya bi zanebûn xirabkarîya dijî binelîyên sîvîl mîyaser dikin û îdî merkeza saxlemîxweykirinêye Dayîkê û zarokê kirine hedef. Ev xirabkarîyên nû encamên yên derbazbûyîne, hindava kîjanada civaka navnetewî dengê xwe nekir û bo wê yekê jî Adirbêcan wankirina berdewam dike. Bona van xirabkarîya çawa Adirbêcan, usa jî civaka navnetewî cabdar e”,-nava elametîya parêzerê Arsaxêyî mafê mêrivda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button