Sereke

Arsaxê vîdêyoya derheqa cinyazên azêrîyaye ku xirab dibin, belav kirîye / vîdêyo/

Adirbêcanê bi yekalî pêşnîyara bona pevguhartina cinyaza, înkar kirîye û sê cara agirbesta hûmanîtarîye, bi navçîgarîya welatên hemsedirên koma Mînskê teribandîye.Eskerê Arsaxêye parastinê vîdêyo belav kirîye, kîjanêda tê kifşê, ku rûyê wê yekêda halekî krîzîsêyî çawa pêşda hatîye.
Nava deh rojên ewlinda alîyê ermenî elam kiribû, wekî li hinek beşên şêr halê kirîzîsî pêşda hatîye, çimkî gelek cinyazên dijmin li wandera mane. Anegorî elametîyên fermî, pirsgiêkên sanîtraî pêşda hatine, çimkî prosêsa xirabbûna cinyaza destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button