Sereke

Vladîmîr Pûtîn: nava pirsgirêka Qerebagêda helkirinên hêsa tunene

Nava êtapa helkirina pirgirêka Qerebagêye ewlinda pêwîst e opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê, dora sivira hevraxeberdana rûnên û li ser hîmê wan pêşnîyara, yên ku ji alîyê koma Mînskê û hemsedirên Rûsîyayê, ŞAY-ê, Fransîyayêda hatine hazirkirinê, hevraxeberdana derbazkin.Derheqa wê yekêda serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam kirîye.
“Li vir helkirinên hêsa tunene, çimkî ev pirsgirêk gelekî bi dijwarî hevva girêdayîne.Tabîya me vekirîye:derheqa paşdadayîna nehîyên Adirbêcanêye pênc plûs dududa û li wir rêjîma anegor bê çareserkirinê, bi hevkarîya tevî Ermenîstanê.Ew helkirina wededirêj nava çida ye û li kîderê ye? Nava dîtina balansa berjewandîyada, ya ku wê bona herdu alîya jî dest bida: çawa bona cimeta Adirbêcanê, qedirê kîjanê me hertim girtîye, usa jî berjewandîyên cimeta ermenî û dewleta Ermenîstanê hesab hildin. Bo ku meriv xwe nava bêqezîyabûnêda texmînkin, lê bi wê yekêva tevayî mecala sazkin, ku herêm bi kardarî pêşda here, bi vekirina bona mecala û pêşdaçûyînê, yên ku wê him bona Adirbêcanê, usa jî bona Ermenîstanê û Qerebagê bona pêşkeftina kardar bibûna bingeh”.
“Ne axir dew û doz ji çi destpê bûye? Ji pevçûyînên êtnîkî… û seroketîya Yekîtîya Sovyêtêye wî çaxî tu mecal nedane xebatê, ku bêqezîyabûna meriva bidana çareserkirinê.Ermenîya bi xwe sîlih hilda û bi xwe ew yek kirin”,- Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button