Sereke

Alî pevketine ku binelîyên sîvîl nekine hedef: elametîya koma Mînskê

Hemsedirên koma Mînskê Îgor Popov /Rûsîya/, Êndryû Şofêr/ŞAY/, Stêfan Vîskontî /Fransîya/ îro elametî belav kirine.
Nava elametîyêda hatîye gotine:
«30-ê cotmehê, li Jinêvê, hemsedirên koma Mînskê cuda û tevayî rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Adrbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov hatine. Tevî hevdîtina bûye usa jî wekîlê sedirê Orgenîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk. Şwêirdarîyên wan usa jî tevî wekîlê Orgenîzeya Netewên Yekbûyî, yê alîyê pirsên mihacira Fîlîpo Grandî û serokê Komîtêya Xaçê Navnetewîyî Sor Pîtêr Maûrêrî derbaz bûne.
Hemsedira carekê jî bangî alîya kirine ku bi temamî borcdarîyên li ser xwe biqedînin, nava wanda usa jî îzbatkirina agirbesta hûmanîtarî, ya anegorî elametîya 10 cotmehêye li Moskvayê, 17-ê cotmehêye li Parîzê û 25-ê cotmehêye li Waşîngtonê qebûlkirî.
Alî pevketine ku cêrge gava biavêjin, nava wanda usa jî:
.Alî wê bi zanebûn binelîyên sîvîl û avahîyên ne leşkerî nekine hedef, anegorî mafê navnetewîyî hûmanîtarî.
.Alî wê bi aktîvî tevî pevguhartin û deranîna dîla û cinyaza bibin û garantîayên bêqezyabûnêye anegor bidine wekîlên Komîtêya Xaçê Navnetewîyî Sor û sedirê Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê.
. Nava hevtêkêda alî wê navnîşên dîla bona pevguhartinê teslîmî wekîlên Komîtêya Xaçê Navnetewîyî Sor û sedirê Organîzeya Hevkarî û Bêqezyabûna Avropayê bikin.
.Alî wê bi cûrê nivîsar şirovekirin û pirsên derheqa mêxanîzmên îzbatkirina agirbestêda, anegorî xala 2-a, ya elametîya tevayîye 10 cotmehê, raber bikin.
Hemsedirê bi întênsîvî tevî alîya bixebitin, bo dîtina helkirina pirsgirêkêye bi rêya edil.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button