Sîyasî

Şebeqê bajarê Stêpanakêrtê careke mayîn ji alîyê Adirbêcanêda hatîye topbarankirinê

Piştî rasthatina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên dere duh, 3O-ê cotmehê û destanîna qayîlîyên dora sekinandina agir, hinek wede derbaz bûye, Arsax careke mayîn ji dengên rokêtên dijmin hişyr bûye.
Şebeqê seheta O7:O8 deqe nava bajêrda dengên teqîna hatine bihîstinê.Vê carê jî sûka Stêpanakêrtêye merkezî bûye hedefa hêzên azêrîya.Beşeke wê hatîye wêrankirinê, zîyana matêrîyalîye mezin gihîştîye binelîyên edil. Piştî teqînê, avayîkî jîyînê jî wêran bûye.Malên li rex wê malê jî zyanê ketine.
Anegorî melûmetîyên pêşda stendî, zyankêş tunene.Em bêjin, wekî şeva 3O-31-ê cotmehê, bi tomerî hildayî li paytextê Arsaxê û li nehîya hal himberî berê edil bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button