Sereke

Paşînyan gotîye ku dew û doz çi cûreyî dikare bê helkirinê

Berê ewlin gerekê ji herêmê têrorîsta û kirêkirîya dûrxin û tevbûna Tirkîyayêye tevî vê konflîktê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê qisa tevî kanala têlêvîzîyona «Al Arabiya» -ê gotîye û serda zêde kirîye,wekî bona sekinandina van zordarîya hema gelek welat usa têra dibînin. Heger usa nebe, hemû tiştê bêfeyda be.
“Hemsedirên koma Mînskê hemû tiştî dikin ku zordarîya bidine sekinandinê.Lê ez dîsa dibêjim, wekî em gerekê heyîna vî hemû tiştî fem bikin. Çimkî hetanî ku wekîlên Adirbêcanê û Ermenîstanê tevî wekîlên welatên hemsedirên koma Mînskê pirsa îzbatkirina agirbestê gotûbêj dikirin, Tirkîyayê îdî digot ku bi fikira wê Adirbêcan gerekê opêrasîyonên leşkerî nede sekinandinê”.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî eva şedetîke ji wan gelek şedetîya ye, ya ku dide kifşê,wekî Tirkîya vê konflîktê diha zêde dide gurkirinê.
Çawa besriva wê pirsa rojnemevane derheqa wê yekêda ku nava dew û dozêda “pirsa gazê” heye, Paşînyan gotîye, wekî bi wê yekê hinek hêz dicêribînin guhdarîyê ji ser konflîktê dûr bixin. Bo wê yekê jî carina dibêjin pirsa gazê heye, carina jî dibêjin ya êtnîkî ye, lê carna jî hesab dikin çawa ya têrîtorîya.
“Bo çi dibêjin pirsa têrîtorîya? Bo çi dibêjin konflîkta gazê? Bo çi dibêjin konflîkta êtnîkî? Bo ku guhdarîyê bidine dûrxistinê.Çimkî heger rast nizanibî, yan jî rast nehatîye femkirinê, pirsgirêkê hel nebe. Vê yekê ew hêz dikin, yên ku bona helkirina pirsgirêkê hewaskar nînin.Ew berjewandîyên xwe digerin”,-Paşînyan gotîye.
Bi serhevdaanîna hevpeyvînê, ewî wekilandîye,wekî gerekê helkirina pirsgirêka Qerebagê bibînin, ya ku wê him bona cimeta Adirbêcanê, him bona cimeta Ermenîstanê û him jî bona cimeta Qerebagê ya qebûlkirinê be.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button