Sereke

“Berbanga 18-ê cotmehê em gihîştine Adrbêcanê”: melûmetyên nû ji lêpirsîna çekdarê kirêkirî /Vîdeyo/

Nenihêrî wê yekê ku bi dereca navnetewî cêrge welat êdî elam kirine, ku Adrbêcan çekdarên kirêkirîye ji Sûrîayê û têrorîtsa nava şerê dijî Arsaxê dide xebatê, lê Bekûya fermî dîsa wê yekê înkar dike.

Wezîreta parstinê vîdêyo belav kiriye, kîjanêda melûmetîyên nû ji lêpirsîna çekdarekî ji Sûrîayê hatine raberkirinê.

Mihirab Mihemed Al Şxayîr êdî carekê li welatê xwe, bona kuştina birayê xwe, hatiye gunehkarkirinê.

“Borcdarîya kolonêl Mehmûd ew bû ku leşkerên kêrhatî bidîtana û berev bikirana û ewî 250 meriv bijartin. Em dane cêrgê û em peya heya hidûdê Tirkîayê çûn. Sînorxweyîkira tu tişt me ra negotin, tu pirs nedan”,- Al Şixayîr dibêje. Ew 250 meriv, bin kontrola polîsada, cîhguhastî firegehê kirin û wî cûreyî jî ketine teyarê. Teyarêda qulixçîkî leşkerîyî tirk hebûye, yê ku derê teyarê girtiye. Paşê ew cîhguhastî firegeheke mayîn kirine, ji kîderê ew cîhguhastî Adrbêcanê bûne.

“18-ê cotmehê, berbangê, em gihîştine Adrbêcanê. Bi rêberîya leşkerên azêrî, em birine cîhekî leşkerî, li kîderê kincên leşkerên azêrîya û sîlih dane me. Abû Hemşe jî tevî me bû. Avtomaşîne dane wî”,- Al Şxayîr dibêje.

Ew dibêje ku li cîhê ku ew birin dîsa 250 çekdarên ji Sûrîayê hebûn, lê usa jî 70 birîndar yan jî cinyaz hebûn. Bi gotina wî, çawa ku ew gihîştibûne Adrbêcanê, fem kirine ku wê dijî Qerebagê şer bikin. Wan ra gotine, ku dema ku bikevine gunda gerekê tu binelîkî sîvîl sax nehêlin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button