Sereke

Hêzên Îsrayêlê tevî cin bûne yek: Nîkol Paşînyan

Nava dew û doza nihada, hêzên Îsrayêlê tevî Tirkîyayê, têrorîsta û kirêkirîyên ji Sûrîyayê bûne yek, piştgirîyê didine Adirbêcanê. Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî Jerusalem Post-ê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî paşê Îsrayêlê ji encamên wê yekîtîyê zyanê bikeve. Bi dîyarkirina Jerusalem Post-ê, Paşînyan Orşelîm nava sîlihkirina Adirbêcanêda gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî meremê Adirbêcanê ew e ku li Qerebagê komkujîya Ermenî mîyaserke.
Rojnemê nivîsîye,wekî nenihêrî wê yekê, ku Îsrayêlê bi fermî opêrasîyonên leşkerî şirove nake û wezîreta wêye karên der dicêribîne îzinê nede Îsrayêlê ku ew tevî dew û dozê bibe, lê Paşînyan gotîye,wekî Îsrayêl niha bi aktîvî tevî dew û dozê dibe, çimkî dironên Îsrayêlê bi aktîvî tevî şerê dijî Qerebagê dibin.
“Bi fikira min, Îsrayêl gerekê derheqa vê yekêda bifikire, wekî kirêkirî, têrorîstên îslamîst û Îsrayêl niha tevayî li ser alîkîne. Îsrayêl gerekê bifikire ku gelo ew tabî bona wê fesal e, yan na?”,- Paşînyan gotîye.Ewî serda zêde kirîye, wekî Îsrayêl gerekê usa jî bifikire ku gelo ew dixweze li ser wî alîyê dew û dozê bibe, li ser kîjanê Tirkîa ye, kîjanê bi hezara kirêkirî şandine Adirbêcanê ku dijî Qerebagê şerkin.
“Îsrayêl gerekê pirsê bide xwe, ku gelo ew dê fakto tevî çekdarên kirêkirî dijî Qerebagê şer dike û ew tabî bona wê baş e? Heger usa ye, ew tabîya wê ye, lê ez difikirim, wekî wê encam hebin û hûnê mecbûr bin li ber wan encama rû bi rû bisekinin”,- ewî gotîye.
Jerusalem Post-ê bîr anîye, wekî wextê ku destpêka meha cotmehê Ermenîstanê baylozê xweyî li Îsrayêyê paşda anî, serokê welêt Rêûvên Rîvlîn seroketîya Ermenîstanêra hate girêdanê û alîkarîya hûmanîtarî pêşnîyar kir.
Çawa bersiva wê pirsê Paşînyan gotîye: “Alîkarîya hûmanîtarî ji welatekî usa, yê ku sîlih difroşe kirêkirîya û yên ku bi wî sîlihî binelîyên edil dixin? Ez pêşnîyar dikim ku Îsrayêl wê alîkarîyê çekdarên kirêkirî û têorîstara bişîne. Ewê bibe berdewama kirinên wê”.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew yek pirsa wede ye û wextê ku wede bê “meremên Tirkîyayêye împêrîyalîstî” wê bighîjine Îsrayêlê jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button