Sereke

Destên cîhadîsta hetanî enîşkê nava xwînêda nin: Zaxarova

Endamên teşkîletên têrorîstî niha cîguhastî li zona dew û doza Qerebagê dikin.Derheqa wê yekda, wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, wextê birîfîngê, gotîye.
“Anegorî înformasîyayên ku tên stendinê, niha ji rojhilata navîn endamên teşkîletên têrorsîtî cîguhastî li zona dew û doza Qerebagê dikin, destên kîjana heya enîşkên wan nava xwînêda nin”,-Zaxarovayê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê,wekî gilî derheqa êkstrêmîstên kirêkirîda ye. Ew peyîhatîyên îdêolojîya cîhadîzmê ne. Ev hemû tişt nikare li Moskvayê nerihetîya pêşda neyne, çimkî pêşdaçûyîna vî halî qezîya sazkirina merkeza têrorîzmê li Kakaza Başûr pêşda tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button