H’emû nûçeSereke

Şev şerên gur û întênsîv li beşa Şûşî-Karîn Takê qewimîne

Şeva 6-7-ê mijdarê, li hemû alîyên pêşenîya şêr opêrasyon berdewam bûne. Wezîreta Arsaxêye parastinê elam kiriye, wekî şerên aktîv li beşa Şûşî-Karîn Takê qewimîne. “Pareskerên Arsaxê bi açixî hemû cêribandinên dijmine êrîşkirinê dane sekinandinê û êpêce hêzên azêrîaye meriva tune kirine. Nava wan şerada artîlêrîya arsaxîya berbiçav bûye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Li hemû alîyên pêşenîya şêr halê opêratîvî-leşkerî nehatîye guhartinê. Dijmin topbarankirinên cîh û warên binelîyên sîvîl berdewam dike.

Li alîyên başûr-rojhilatê û başûr, hêzên ermenîya 2 heb têknîka leşkerî û 4 diron şewitandine. Êrîşên dijmine li alîyên pêşenîyêyî hîmlî berdewam dibin.Pareskerên Arsaxê gavên pêwîste anegor diavêjin ku wana bidine sekinandine û komên dijmin digerin, cîhda tune dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button