H’emû nûçeSereke

Nava şerên alîyên şêre cudada gelek leşkerên dijmin hatine kuştinê

Şeva 7-8-ê mijdarê, şer li hemû alîyên pêşenîyê berdewam bûne. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye parastinê Şûşan Stêpanyanê fêysbûkêda nivîsîye.

Bi gotina wê, opêrasyonên gur nêzîkî Şûşîyê û alîyê başûr-rojhilatê qewimîne. Eskerê parastinê derbên hedefkirî gîhandine dijmin. Leşkerên ermenî ra lihev hatîye cêribandinên dijmine bo pêşdahatinê paşda bidin.

“Nava şerên hemû alîyada gelek leşkerên dijmin hatine kuştinê, 4 tank, 20 heb têknîka zirihkirî, 11 avtomaşînên leşkerî û 2 diron hatine lêxistinê. Bi wê yekêva tevayî, dijmin bi sîstêmên rokêta Stepanakêrt û Şûşî kirine hedef. Avahîyên sîvîl zîyanê ketine”,-Stêpanyanê daye dîyarkirinê.

Berdevka wezîretê gotîye, wekî berbangê, li alîyê başûr-rojhilatê û bakûr-rojhilatê, hêzên dijmin berev bûne. Alîyê ermenî halê opêratîvî-stratêcî bin kontroêda xweyî dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button