Sereke

Komeke avtomobîlên ambûlansêye nû ji Avropayê tê Ermenîstanê

Ji Danîyayê, Nîdêrlanda, Almanîyayê, Îspanîyayê, Fransîyayê zûtirekê komeke avtomobîlên ambûlansêye nû wê bighîje Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda ji ofîsa wekîlê Ermenîstanêyî dîyasporayêyî sereke elam kirine. Hatîye ragîhandinê, wekî avtomobîlada eşîyayên doxtirîyêye cûre-cûre hatine barkirinê.
“Dîyaspora ermenîye li Îtalîyayê bahê 23 mîlîon 9OO hezar diramî alîkarî berev kirîye û derbazî li ser hesabê wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê kirîye, bona ku avtomobîlên ambûlansê dest bînin”,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.Usa jî hatîye gotinê, wekî xebata herrojeye tevî dîyasporayê berdewam dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button