Sereke

Partîya Dêmokratîk, ya Gelan dewa dûrketina Êrdogan dike

Şêwira Partîya Dêmokratîk ya Gelan elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa derketina ji qulixa wezîrê Tirkîyayêyî fînansa, zevayê Êrdogan, Berat Albayrakda daye dîyarkirinê.Hatîye gotinê,wekî derketina Albayrak şedetîya wê yekêye, ku krîzîsa li Tirkîyayê çiqasî kûre.
Bi fikira partîyayê, cabdarê krîzîsa li Tirkîyayê serokê welêt Rêcêb Tayb Êrdogan e.
“Qencîya Êrdogan û hukumata wî, ya bo Tirkîyayê wê ew be, ku ew ji qulixê dûrkeve.Em bangî Êrdogan dikin ku ew ji qulixê dûrkeve.Rîya tek-tenê bona ku Tirkîyayê ji undabûnê xilazkin, lez teşkîlkirina hilbijartinaye, bona kîjana HDP-ê hazir e”,-nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button