Sereke

Aşîtîparêzên rûs ketine Stêpanakêrtê: Konaşênkov

Aşîtîparêzên rûs deh xalên dîtindarîyê li sivdera Laçînêye ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê, cîwar kirine.Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Rûsîyayêyî parastinê Îgor Konaşênkov gotîye. Bi gotina wî, aşîtîparêz êdî li paytexta Qerebagê Stêpankêrtê ne.
“Koma aşîtîparêza êdî êvarê seheta pênca ketiye Stêpanakêrtê”,-Konaşenkov gotîye.
Ewî usa jî elam kirîye,wekî ştaba eskerê aşîtîparêzên rûs wê li Stêpanakêrtê be.Bi gotina wî, rêjîma agirbestê bi temamîya dirêjaya xeta pêşin tê xweykirinê.
Ştaba eskerên Rûsîyayê pêşda elam kiribû, wekî li sivdera Laçînê aşîtîparêzên rûs, bi tomerî hildayî, wê 16 xalên dîtindarîyê cîhwar bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button