Sereke

Li Qerebagê aşîtîparêzên tirk wê tunebin:Zaxarova

Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê ew elametîyên seroketîya Rûsîyayê îzbat kirîye, ku li Qerebagê aşîtîparêzên tirk wê tunebin.
Îro wextê birîfîngê, Zaxarovayê daye dîyarkirinê, wekî gilî derheqa wê yekêdane, ku li ser têrîtorîya Adirbêcanê merkeza rûsa û tirkaye dîtindarîyê wê sazbe, ya ku wê nêzîkî Qerebagê nîbe, lê pirsên mayîn wê başqe bêne hevraqayîlkirinê.Ewê bîr anîye, wekî protokola anegor, wezîrên Rûsîyayê û Tirkîyayêye parastinê îmze kirine.
“Merkezê bi rêjîma li ser dûrayê kar bike, bi xebitandina mecalên têknîkîye kontrolkirinê, nava wanda diron û têknolocîyên mayîn, yên ku wê îzinê bidin cîda hal kontrolkin. Tu komeke Tirkîyayêye aşîtîparêz wê neşîneke Qerebagê”,- Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button