Sereke

Li Arsaxê dîsa xirabkarîyên dijî binelîyên edil hatine dîtinê

Xebatên parêzerên mafên mêrive li Ermenîstanê û Arsaxêye tevayî şedetîya berev dikin, yên ku girêdayîne teribandina mafên mêrivra, yên ku ji alîyê hêzên azêrîyaye leşkerîda hindava binelîyên edil hatine mîyasekirinê. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye û wêne belav kirine. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî şedetîyên nû derheqa teribandinên mafên mêrive hindava binelîyên Arsaxêye ermenî, tendurustîya wan, hebûna wan û mafên wan didine dîyarkirinê. Herdu parêzerên mafên mêriv, yê Ermenîstanê û yê Arsaxê Arman Tatoyan û Arman Bêglaryan bi tevbûna endama palata Brîtanîyayêye Lorda, Kêrolayn Koksê wê yekê mîyaser dikin. Kêrolayn Koks û dêlêgasîya bi serkarîya wê tevî Arman Tatoyan çûne Arsaxê.Kêrolayn Koksê gotîye,wekî ewê bi sala ser hev derheqa mafên cimeta Arsaxê li ser dikên navnetewîye cuda-cuda raber kirîye û bangî sîstêmên anegor kirîye, ku bi gavên praktîk mafê arsaxîya biparêzên. Arman Tatoyan jî pêşda gotibû, wekî şedetîyên wan xirabkarîyaye pêşda îdî bes bûn,ku gavên anegor dijî kirinên Adirbêcanê bihata avîtinê û ew bihatana gunehkarkirinê.Anegorî melûmetîyên dawî, rûê opêrasîyonên şêrda nava binelîyên sîvîlda 5O-î meriv hatine kuştinê û 148 jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button