Sereke

Li Qerebagê 18 cîhên aşîtîparêzaye lênihêrandinê hatine sazkirinê

Li Qerebagê, bi armanca mîyaserkirina mîsîya aşîtîparêzîyê, aşîtîparêzên rûs 18 xalên dîtindarîyê saz kirine.Nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye parastinêda hatîye dîyarkirinê, wekî teyarên transporta leşkerî dîsa cîguhastina têknîka mexsûs û leşkerî, teşkîla aşîtîparêza û sîliha berdewam dikin.
Ji dehê mijdara sala 2O2O-da 118 firînên teyara hatine mîyaserkirinê.Ji dehê mijdarêda li sivdera Laçînê hevt xalên dîtindarîyê hatine cîhwarkirinê. Niha li neh xalên dîtindarîyê alîyê başûr mîsîya tê mîyaserkirinê, lê li alîyê bakûr jî dîsa neh xalên dîtindarîyê hatine cîhwarkirinê”,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.Wezîretê elam kirîye,wekî serkarîkirina hêzên rûsaye aşîtîparêz ji merkeza fermadarîyêye li Stêpanakêrê tê mîyaserkirinê.Rêjîma agirbestê bi dirêjaya xeta pêşin tê xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button