Sereke

Elîêv axaftina xweye sert berdewam dike: ewî pirsa statûsa Qerebagê înkar kirîye

Piştî elametîya derheqa sekinandina şerê Qerebagê û cîhwarkirina aşîtîparêzên rûse li zona dew û dozê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv axaftinên xweye sert berdewam dike.Nenihêrî wê yekê ku ji alîyê rûsada elametî tên belavkirinê,wekî elametîya sêalî, ya seroketîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, bona cimetên Ermenîstanê û Adirbêcanê bingeha helkirinêye heq saz dike, serokê Adirbêcanê elam dike, ku derheqa statûsa Qerebagêda xeberdan nikare hebe.
“Armênprêss-ê ragîhandîye wekî Elîêv bi elametîya wî cûreyîva pêşda hatîye, wextê banga bona cimeta Adirbêcanê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî eva carek nîne ku ewî daye dîyarkirinê ku yektîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nikare bibe pirsa hevraxeberdana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button