Sereke

Fransîya hazir dibe piştgirîya hûmanîtarî bide Ermenîstanê

Wezîra Ermenîstanêye pirsên xebatê û sosîyalî Zarûhî Batoyanê baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conatan Lakot qebûl kirîye.Batoyanê xebatên wextê opêrasîyonên şêr raber kirîye û derheqa hewcetîyên sosîyalîye rûê wê yekêda pêşdahatî daye dîyarkirinê. Lakotê bayloz bona teşkîlkirina hevdîtinêye nava vî wedê giranda, razalixî elam kirîye: “Ez dixwezim carekê jî bêjim, wekî Fransîya li rex Ermenîstanê û cimeta ermenî ye.Em derheqa sîmpatîya xwe û piştgirîya xweye hindava cimeta ermenîda elam dikin. Ber çevaye wekî çi ku li Qerebagê diqewime, ew yek hukumî li ser binelîyên Ermenîstanê dike.Fransîya hazir dibe alîkarîya hûmanîtarî bide Ermenîstanê û cimeta ermenî”,- baylozê Fransîyayê gotîye.Bayloz bi hûrgilî daye dîyarkirinê, wekî gilî derheqa progiramên wedekurt û wededirêjdane, bi hesabhildana encamên şêr.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button