Sereke

Wezîrên Rûsîyayê û Fransîyayêye karên der halê li Qerebagê gotûbêj kirine

Wezîrên Rûsîyayê û Fransîyayêye karên der Sêrgêy Lavrov û Jan Îv Lê Diryan, halê li Qerebagê gotûbêj kirine.Hatîye ragîhandinê, wekî wezîra halê dora helkirina pirsgirêka Qerebagê, cedandinên navçîgarîyê, gotûbêj kirine yên ku Rûsîyayê li zona dew-dozê dane xebatê ku şêr bidine sekinandinê.
“Wezîra derheqa girîngîya çareserkirina mîyaserkirina xalên elametîya sêalîye îmzekirî, ya nehê mijdarêye ji alîyê seroketîyên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanêda îmzekirî, dane dîyarkirnê. Bi wî meremî kemala mezin didine hevkarîya wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûyî, komîtêya xaçê Sor û YÛNÊSKO-ê. Lavrov derheqa tevbûna aşîtîparêzên rûsda daye zelalkirinê û derheqa şuxulkarîya merkeza hûmanîtarîda xeberdaye. Wezîr qayîl bûne ku niha pirsên here pêşin ewin, ku merivên cîşihitandî û mihacir bêqezîya paşda vegerin, pêwendîyên herêmêye êkonomîkî û transportê bêne dasekinandinê û sîstêmên sîvîl destbi xebatê bikin.Wezîrên Rûsîyayê û Fransîyayê fikir dora gavên bona helkirina pirsgirêkê pev guhartine”,- nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button