Sereke

“Em bi progirma mezin hatine û hêvîdarin ewê mîyaser bikin”: Şoygû û Paşînyan çi gotûbêj kirine

Serekwezîrê Ermenstanê dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû qebûl kirîye. Sêrgêy Şoygû elamî serekwezîrê Ermenstanê kirîye, wekî ew bi pogirama mezinva hatine Ermenîstanê û hêvîdarin wê yekê myîaser bikin. Fikira wî cûreyî Şoygû wextê hevdîtina tevî Paşînyan elam kirîye.
“Pêşerojêda xebata mezin hîvîya me ye, lê vê carê hêvîdarim ewê bona îzbatbûna jîyana edile li Qerebagê bibe. Pirsa serekeye ji alîyê meda ew e, ku îzina xwînrêtinê nedin, ya ku fermandarê meyî sereke danîye pêşîya me, û emê bêşikberî wê yekê mîyaser bikin. Xêncî wê yekê, meremê me heye ku em pirsên derheqa jîyana aşîtîparêza û usa jî xebatêva girêdayî gotûbêj bikin”,-Şoygû gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî hemû pirs wê bêne gotûbêjkirinê, yên ku girêdayîne hevkarîya herdu welata ra, him alîyê leşkerî, him jî alîyê leşkerî-têknîkî da.
Ewî elam kirîye,wekî piştî elametîya îmzekirî, teşkîla aşîtîparêza lez hatîye teglîfirinê, cîhwarkirina kîjana du roj pêşda ser hevda hatîye.Şoygû bîr anîye, wekî nava van rojada, li temamîya Qerebagê 23 cîhên dîtindarîyê hatine sazkirinê, yên ku rêya berbi Stêpanakêrtê, sivdera Laçînê, kontrol dikin û çûyîn- hatinê, paşdahatina mihacira, çareser dikin.Paşînyan sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî pêşîya şêr jî hal giran bû, lê niha wedekî diha giran e. Serekwezîrê Ermenîstanê berbirî Şoygû bûye û gotîye, wekî seredana wî gelekî girîng e.
“Ez dixwezim bêjim, wekî wextê şêr me hertim piştgirîya Rûsîyayê, serokê Rûsîyayê, serekwezîr û piştgirîîya we texmîn kirîye. Ez dixwezim bona wê yekê razalixîyê elam bikim.Em hêvîdarin wekî nava vî wedeyî da emê bikaribin hevkarîya xwe diha kûr bikin, nava wêda usa jî nava goveka bêqezîyabûnê da, usa jî nava hevkarîya leşkerî-têknîkî da”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, niha li herêmê halê leşkerî-sîayîsîyî başqe ye: ew hatîye guhartinê û gerekê niha wî halî lêkolîn bikin.Paşînyan hêvîdar e,wekî pêşerojê da pêwendîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê wê diha kûr bibin, hevkarî wê diha six û stratêcî be.
Wextê hevdîtinê, halê li Qerebagê, li Ermenîstanê û hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayêye leşkerî, usa jî leşkerî-têknîkî, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button