Sereke

Rûsîyayê înjênêr û têknîka leşkerî cîguhastî Qerebagê kirîye

Teyarên Rûsîyayêye leşkerîye ÎL-76 înjênêr, dem û dezgeh û têknîka leşkerî birine zona mîsîya aşîtîparêzaye li Qerebagê.Derheqa wê yekêda wezîreta Rûsîyayêye parastinê elam kirîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî teyarên Rûsîyayê înjênêrên leşkerî, bûldozêr û avtomaşînên giran gîhandine firegeha “Zvartnos”-ê.
“Dem û dezgehên înjênêrîyê wê bona paqijkirina rêya û sîstêmên başqe ji alîyê hêzên Rûsîyayêye sîlihkirîda bêne xebitandinê û ewê usa jî bona sîlihkirina cîhên aşîtîparêzaye dîtindarîyê bin.Aşîtîparêzên rûs alî seroketîya cîh dikin, bo ku jîyana edil bidine dasekinandinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Aşîtîparêzên rûs usa jî cîguhastina xurek û eşîyayên mayîne pêwîste bona gundên dûr didine çareserkirinê. Ew usa jî alî dasekinandina avahîyên sosîyalî, ênêrgîya êlêtrîkî, avdayînê û dayîna germahîyê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button