Sereke

Cîhwarkirina aşîtîparêzaye li Qerebagê wê bi pênc salava neyê sînorkirinê:Paşînyan

Cîhwarkirina aşîtîparêzaye li Qerebagê, bi texmîn, wê bi pênc salava neyê sînorkirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr, wextê hevpeyvîna tevî TASS-ê, gotîye.
“Nava pênc salên pêşîya meda gerekê pêra bighînin ku li herêmê garantîyayên bêqezîyabûnê û qewînbûnê saz bikin. Feqet, bi hesabhildana wê yekê, wekî helkirina pirsgirêkê paş dikeve, ez nafikirim wekî wedê hazirîya aşîtîparêzaye li Qerebagê wê bi pênc salava bê sînorkirinê”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, pênc sal destpêka şuxulkarîyê ye, ya ku mecalê dide ku wedê hazirîya aşîtîparêzaye li Qerebagê paşê bê dirêjkirinê.
“Bi fikira min, niha pirsa sereke ew e ku li Qerebagê û herêmê bêqezîyabûna welatîyên Qerebagê û qewînbûna herêmê bidine çareserkirinê. Ez difkirim û hêvîdar im wekî aşîtîparêzên rûs wê bi açixî bişuxulin û wê bikaribin wê mîsîyayê mîyaser bikin”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button